Bexda êrîşa ser Pêşmergan şermezar kir
PeyamaKurd – Encumena wezîran ya hukumeta federal ya Bexdayê êrîşên ser Pêşmerge û Haşdî Şabiyê bi tundî şermezar kir û got ku hukumeta Bexday bi biryare ku dethilata welat biparêze.
Di civîna encumenan ya Bexdayê de hat gotin ku mehaneyên memûran kirine garantiyê û li ser mijara îxracata petrolê ya di xeta Kerkûk-Ceyhanê de axifîne.
Encumena wezîran ya Bexdayê di roja 24 Adar 2026an de civiyaye û li ser mijarên ewlehiyê û darayî axifîne. Serokwezîr Sûdanî di destpêka civînê de got ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li gor pêşdeçûnên leşkerî yên herêmê û sanoryoyên ku îhtîmal heye bibin, amade ye.
Li gor ragihandina ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ya nivîskî; êrîşên ser Pêşmerge û Haşdî Şabî bi tundî şermezar kirine. Hukumet bi taybetî balê kişandiye ser paraztina ewlehiya mîsyonên dîplomatîk û balyozxaneyan û gotiye Iraq ti musameheyê nîşanî terefan nade ku desttêwerdana karên hundir û desthilata Iraqê bikin.
Di civîna encumena wezîran de wezîrê darayî yê Iraqê Tayf Samî gotiye:
“Li ser navê parastina aramiya darayî, me temamê tedbîran diye. Wezareta darayî temîna temamê mehaneyên memûran û mesrefên giştî yên Iraqê kiriye.”
Encumen her weha behsa îxracata petrolê ya dixeta Kerkûkê û Ceyhanê kiriye û ji ber di bazara hundir de kêmasiya benzînê heye wê ji derve benzînê îtxal bikin.