TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bexda, garantî da şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê ku dê wan biparêze

Admin M
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2026 22:05

PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Bexdayê Haydar Abudi, ragihand ku hukumet girîngiyê dide parastin û xebata şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê. Abudi got ku serokwezîr Ali Zaydî garantî daye ku temamê şîrketan bi awayekî bi ewle xebatên xwe bikin.

Li ser êrîşên ser şîrketên petrolê yê bi İHAyan, Abudi got ku serokwezîr bi nûnerên şîrketan re civiyaye û got:

“Serokwezîr nûnerên şîrketan qebûl kir û ji bo car din dest bi xebatên xwe bikin garantî da wan. Ji aliyê aboriyê de sektora enerjiya li Herêma Kurdistanê gelek girîng e. Dahatên ji Herêma Kurdistanê tên, raste rast destekê didin mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê.”

Daxwuyaniya berdevkê hukumeta Bexdayê ket wexta ku êrîşan bi İHAyan biribûn ser şîrketên enerjiyê ku di serî de seha Kor Morê tê û Dana Gas li wê sehayê dixebite. Abudi ragihand ku ji bo şîrket xebatên xwe bikin, dê ji wan re ewlehiyê temîn bikin, di mijara hilberîna elektrîkê de, dayîna elektrîkê an nedana wê li ser dahata Herêma Kurdistanê bandora erênî û neyînî tev dike.

Şîrketên Dana Gas, KHN û ShaMaran bi sedema ewlehiya wan di talûkê de bû, xebatên xwe bo demekiye dane rawestandin.

Parve bike: