TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi dronê (SIHA) Silêmaniyê bombebaran kirin

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2020 01:50

PeyamaKurd- Li bajarê Silêmaniyê li navçeya Şarbajêr bi dronê êrîş birin ser erebeyekî Toyota û bombebaran kirin. Di encamê de 1 kes mir û 6 kes jî birîndar bûn. Qeymeqamê Şarbajêr Şaho Osman ragihand ku li Şarbajar, dronekî li devera Kunemasî, li ciyê seyranê erebeyekî Toyotayê kiriye hedef. Qeymeqam Şaho Osman êrîşê şermezar kir û weha got:

“Kesekî çekdar yê di erebê de bû, mir. 2 jin û 2 zarok bi temamî 6 kes birîndar bûn. Yên ku birîndar bûne rûniştvanên Kunemasî ne.”

Birîndaran birine nexweşxanê û 5 kes ji wan ji heman malbatê ne. Qeymeqam got ku piştî bombebaranê agir bi deverê ketiye û ji aliyê yekîneyên sîvîl de hatiye vemirandin.

Parve bike: