Kurdistan
Bi qaçaxî li eseran geriyan û dewlet 7 kesan ji wan binçav kir
PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê li navçeya Kolikê 7 kesên ku li eserên qaçax digeriyan û erdê dikolan, ji aliyê cendirmeyan de hatin binçavkirin. Li gor ragihandina parêzgeha Semsûrê; li devera bi ser navçeya Kolikê de kesên ku bê îzin xwestin eserên kevin derxin û giliyên wan hat kirin, ji aliyê beşa karên qaçax de hatin binçavkirin.
Kesên karê qaçax dikirin bi alavên xwe ve hatin girtin û niha li baregeha cendirmeyan li ber îfadê ne.