Kurdistan
Biro: “Divê garantoriya me ya navdewletî hebe”
PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya ENKS ê Îbrahîm Biro ragihand ku bo bi rejîmê re mirov lihevbike divê garantorekî navdewletî hebe. Biro got ku guherindina demografiya herêmê û grûbên çekdar gelek talûkene bo van mijaran bi serok Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re axifîne.
Biro got ku Barzanî amade ne di van mijaran de desteka dîplomatîk bidin wan û weha got:
“Dema hêzên PYD ê û Amerîkayê li herêmê xurt bûn, PYD nikaribû destkeftiyên Kurdan biparêze. Niha tişta ku divê em bikin, divê em bi xelkê Sûriyê re diyalogeka fireh deynin û mafê xwe, weka millet di nava Sûriyê de çareser bikin. Li gor vê divê em bi garantoriya hêzên navdewletî re, bi rejîma Sûriyê re diyaloga xwe dewam bidin kirin.”