TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bo sêyemîn salvegera Destana Sihêla Serok Barzanî peyamek belav kir

Admin L
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2020 17:57

PeyamaKurd Di derbarê sêyemîn salvegera Destana Sihêla, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî îro li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir got: "Di sêyemîn salvegera dastana 26ê Cotmehê de, pîrozbahiyê li hêzên Pêşmerge yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê yên welatparêz dikim.”

Di sala 2017an de artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî ser navçeyên Kurdistanî kirin, lê belê li devera Eyn Ozêr û li devera Zummarê, Pêşmerge dastaneke dîrokî nivîsand.

Tevî artêşa Iraqê wê demê di êrîşa xwe de tank, wesayîtên zirxî û tankên Abrams ên pêşketî bikaranîn jî, Pêşmerge bi çekên sivik rûbirûyî wan bû û nehiştin ew bi pêş kevin.

 

Parve bike: