Kurdistan
Bokan: Li Zara Sacîdînyayê 10 meh cezayê girtîgehê hat birrîn
PeyamaKurd – Zara Sacîdînya ji bajarê Bokanê ye ku meha Tîrmeha îsal hatiye destbiserkirin, ji aliyê dezgeha dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi 10 meh zindanê hatiye mehkûmkirin.
Li gor nûçeya gihîştî bi Hengawê, Zara Sacîdînya (38) ji aliyê şaxa 101ê ya dadgeha tawanan a Bokanê ve bi tawana “propaganda dijî rejîmê” bi 10 meh zindan hatiye mehkûmkirin.
Li gorî biryarê, 20 rojên Zara Sacîdînyayê maye ku îtîrazê biryara dadgehê bike.
Heman çavkanî radigihîne; hêjayî gotinê ye ku Zara Sacdînya roja çarşemê (31.07.2024) piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila’ata Bokanê û veguhestina wê saziya ewlehiyê ya Urmiyê, hatiye destbiserkirin. Piştî çend rojan a destbiserkirinê heta ku doza wê bi dawî bûye, bi kefalet hatiye berdan.