TR KU SO
FB X
Kurdistan

Çîn: Ji 42 welatan 643 tûsbûyî hatine, em mijulî kontrolkirina wan in

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2020 03:37

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku ji bajarê Wuhanê vîrusa koronaya nû li seranserê dinyayê belav kiriye, dibêje wan li nav welatê xwe nexweşîna Covid-19 kontrol kiriye, lê niha hewil didin tûşbûyên ji welatên din tên kontrol bikin.

Berdevkê Komîsyona Tenduristiya Netewî ya Çînê Mi Feng ragihand: 'Me belavbûna Covid-19 li nav welat da rawestandin. Hejmara pêketiyên vîrusê daket bin 3 hezar kesan. Lê belê ji ber tûşbûyên ji welatên din tên, em rûbirûyî pêla diduyan a nexweşîyê ne. Ji 42 welatan 643 tûşbûyî hatin. Niha em bi kontrolkirina wan re mijul in.”

Parve bike: