TR KU SO
FB X
Kurdistan

Cotkaran bi girtina rêya Hevrîsimê birîna elektrîkê protesto kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2020 20:21

PeyamaKurd – Cotkarên navçeyên Mêrdînê li dijî qutkirina elektrîkê ku ji 14ê meha Gulanê ve berdewam dike, li ser rêya navnetewî ya Hevrîşim çalakiyeke protestoyî li dar xistin û rê bi traktoran ji çûnûhatinê re girtin.

Kompaniya bi navê DEDAŞ a elektrîkê bi hinceta ku cotkaran deynên xwe yên elektrîkê nedane ji 14ê Gulanê ve elektrîka navçeyên Artûklû, Qoser, Dêrik û Nisêbînê qut dike û mexdûriyeteke mezin derketiye holê ku hem ji bo çandiniyê hem jî ji bo ajalvaniyê.

Xelkê gundên wan navçeyên Mêrdînê li dijî vê helwesta DEDAŞê derketin ser rêya navnetewî ya Hevrîşmê û çalakîyeke protestoyî li dar xistin.

Cotkarên Kurd bertek nîşanî qutkirina elektrîkê dan û bo demek dirêj bi traktorên xwe rê li çûnûhatinê re girtin.

Parve bike: