Cotkaran qutkirina elektrîkê protesto kir û rêya Mêrdin-Rihayê girt: 2 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Cotkaran bi sedema qutkirina elektrîkê îro Sêşemê, li navçeya Xelîliye ya Rihayê çalakiyeke protestoyî li dar xistin û rêya navbera Riha-Mêrdînê ji trafîkê re girtin.
Cotkarên ku Saziya Dabeşkirina Elektrîkê DEDAŞ bi sedema qutkirina elektrîkê protesto kirin, li nêzîkî gundê Hemedîxanê xwepêşandan li dar xistin û bi traktorên xwe rêya Mêrdîn-Rihayê girtin.
Herwiha cotkaran li dijî DEDAŞê dirûşm qêriyan û herwiha banga îstifayê li desthilata AKPê jî kirin.
Ji bo vekirina rê û dawîanîna bi xwepêşandanê, hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûn cihê ku xelk lê kom bûne û piştî aloziya rû da, 2 cotkar hatin binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya derbasbûyî jî cotkar ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe çûbûn pêş avahiya AKPê ya li Rihayê daxwaza çareserkirina pirsgirêka elektrîkê kiribûn.