TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgeha Kerkûkê biryara darizandina tohmetbarên destdirêjiyê da

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 01:19

PeyamaKurd – Dadgeha Temyîzê ya Kerkûkê derbarê kesên destdirêjî li navçeya Pirdê, li jinekê kirine, biryara darizandinê derxist.

Dadgeha Kerkûkê ragihand ku dê kesên gumanbarên destdirêjiya wê jina kêmendam ji madeya 393yan a yasaya cezayan werin darizandin.

Li gorî zanyariyên medyayî kesên destdirêjî kiribûn û dîmenên wê êrîşê li ser medya civakî belav kiribûn, endamên Heşda Şeibî û yek kes jî polîsê iraqî bû ku Serok Mesûd Barzanî jî doh bi daxuyaniyekê bûyer bi tundî şermezar kiribû û xwestibû demildest ew kesên tohmetbar werin sizadan.

Serok Barzanî li ser destdirêjiya Heşda Şeibî û Polîsê Iraqê bo jineke Kurd daxuyanî da

Parve bike: