TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dadgeha Tirkî biryara zindanîkirina 16 rojnamegeran da

Admin L
Nivîskar
📅 16 hezîran 2022 13:37

PeyamaKurd – Dadgehê Tirkî biryara zindanîkirina 16 rojnamegerên ku berî çend rojan hatibûn desteserkirin da û 5 jî bi merc azad kir.

Li Diyarbekirê, 22 rojnameger û xebatkarên rojnamegeriyê ku di 8ê Hezîranê de hatibûn desteserkirin, piştî desteserkirin û dadgehkirina 8 rojan dewam kir, 16 rojnameger ji aliyê dadgehê ve hatin zindanîkirin, 5 jî bi merc hatin azadkirin.

Li gor zanyariyan, piraniya wan rojnamegeran endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat û xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê ne, bi tohmeta bangeşiya PKKê kirine hatin zindanîkirin.

Parve bike: