Kurdistan
Daxwaza Roj Tv yê nehat qebûlkirin
PeyamaKurd- Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê li ser mijara betalkirina îzna Roj tv yê ku seredana dadgehê kiribû, qebûl nekir. Lîsansa Roj tv berê ji aliyê Danîmarka ve hatibû betalkirin û sedem jî propaganda ya terorê hatibû nîşandan.
Biryara betalkirina lisansa Roj tv yê di sala 2013an de, ji aliyê dadgeha bilind ya Danîmarkayê ve hatibû dayîn û di ser de jî cezayê pera dabû Roj tv yê. Roj tv di sala 2014an de mijarê biribû Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrûpayê.