TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dê li 2020an li Kurdistan û Iraqê serjimarî bê kirin

Admin S
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2019 16:03

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku dê di nav sala 2020an de, li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê serjimarî bê kirin.

Wezîrê Plandanîna Iraqê Sebah El Dilemî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew xwe amade dikin ji bo sala 2020an serjimariyê pêk bînin û li Herêma Kurdistanê jî ew serjimarî tê kirin.

Serjimariya herî dawî ya Iraqê sala 1997an hatibû kirin ku wê demê li Herêma Kurdistanê encam nedabû û nifûsa Iraqê jî 19 milyon û ya Kurdistanê jî 3 milyon kes bû.

Li gorî amarên dawî nifûsa Iraqê 38 milyon, ya Herêma Kurdistanê jî 5 milyon û 900 hezar kes e û bi qasî milyonek û 500 hezar kes jî koçber û penaber hene.

Parve bike: