TR KU SO
FB X
Kurdistan

DEAŞê li Kerkûkê êrîşî artêşa Iraqê kir

Admin M
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2026 15:09

PeyamaKurd – Li Kerkûkê li navça Hawice, DEAŞê êrîşî ciyê kontrola artêşa Iraqê kir lê di wexta DEAŞ vedikişiya, kete kemîna artêşê û tê gotin ku gelek kuştiyên DEAŞê hene.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo ragihandiye ku di 10ê meha Cotmehê de êrîş li gundê Burguluyê hatiye kirin.

Di hefteyê de, ev cara sêyem ku DEAŞ êrîş dibe ser dora Kerkûkê. Di her dû êrîşên berê de polîsên federal gelek zayîatan dabû û kamerayên polîs yên termal îmha kiribûn.

Piştî vekişîna hêzên koalisyona bi serpereştiya Amerîkayê, DEAŞ êrîşên xwe zêde kiriye.

Parve bike: