TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema êzinga (daran) dida hev gêr bû newalê û jiyana xwe ji dest da

Admin M
Nivîskar
📅 29 mijdar 2023 04:03

PeyamaKurd – Jin a bi navê Cemile Altinkılıç (57), li navça Çêrmûgê ya bi ser bajarê Amed a bakûrê Kurdistanê, di wexta ji bo malê êzinga dida hev, gêr bû û kete newala Şêxan a Jêr. Hêzên asayîşê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkir.

Bûyer îro serê siba çêbû û Altınkılıç ji ber mêzêna xwe wenda kiriye gêrû bûye û ketiye nav newalê. Cenazê Cemile Altınkılıç şandin Tib a Edlî ya bajarê Diyarbekirê da otopsiya wê bikin bê di mirina wê de gumanekî din heye an na!

Parve bike: