TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dema xwefesihkirina HSDê hate eşkere kirin

Admin H
Nivîskar
📅 18 tebax 2026 10:13

PeyamaKurd - Berdevkê Heyeta Serokomariya Sûriyê û Alîkarê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî ragihand ku ragihandina fermî ya li ser fesihkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê "di demeke gelekî nêzîk de" bê kirin.

Heyeta Serokomariyê ji bo bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatibû damezrandin. Serokê Heyetê Hîlalî diyar kir ku ew ji bo çareserkirina zehmetiyên li pêşiya pêvajoyê ku dosyeya darizandinê jî di nav de ye dixebitin û ragihand ku qonaxên herî zehmet ên vê demê li pey wan mane.

Hîlalî bal kişand ser pêşketinên di pêvajoya entegrasyonê de û got ku di bicihanîna tedbîrên li ser qadê de rêyeke girîng derbas bûye.

Li gorî peymana 29ê Çileyê hemû saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên girêdayî HSDê dê bi temamî tevlî saziyên fermî yên dewleta Sûriyeyê bibin û hemû sazî di bin yek sîwanê de bên yekxistin.

Parve bike: