Dêrên Mesîhîyên Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kirin
PeyamaKurd – Dêrên mesîhiyên Herêma Kurdistanê, Esqufê (Qeşe) Ebreşiya (Dêr) ên Hewlêrê û Esqufê Ebreşiya Hedyab, bi sedema pêşwazîya germ li Papayê Vatîkanê Papa Francis kiriye spasiya Serok Mesûd Barzanî kirin.
Serokê Esqufê Ebreşiya Kildanan li Hewlêrê Metran Beşar Mete Werde û Esqufê Hedyab yê Siryanên Catholic Metran Nesnaîl Seman bi daxuyaniyekê spasiya Serok Barzanî kirin û gotin: “Serok Barzanî wek parêzvanê tevahiya pêkhateyên netewî û olî di dema êrîşa DAIŞê de, wek birayekî pêşwazî li koçberan kir û deriyên Herêma Kurdistanê di rûyê de wan de vekirin.”
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin: “Ji ber qehremaniya hêza Pêşmerge, koçber karîn vegerin ser mal û milkên xwe û karîn navçe û perestegehên xwe jî avadan bikin.”
Papayê xrîstiyanên katalokên cîhanê Papa Francis 7ê Adara 2021an serdana Kurdistanê kiribû û ligel pêşwazîya bi heybet a serok û xelkê Kurdistanê, li stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê jî ayîneke olî ya bi beşdariya deh hezar kesan birêve biribû.