TR KU SO
FB X
Kurdistan

Deriyê Sêmalka bûye yek ji deriyên fermî yê Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2026 13:01

PeyamaKurd - Rêvebiriya Deriyan a Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê deriyekî fermî ye û vîzeya ku li wê derê tê dayîn li seranserî Sûriyeyê derbas dibe.

Berpirsê Pêwendiyan ê Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê Mazin Elûş ji bo Deriyê Sêmalka got: "Deriyê Sêmalkayê deriyekî sînorî yê fermî ye û ser bi Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan ve ye. Hemû rêkarên derbasbûna geştyaran û karên gumrikê li gorî qanûn û rêzikên heyî yên Komara Ereban a Sûriyeyê lê tên bicihanîn. Herwiha, mohr û vîzeyên ku ji vî derî tên dayîn wekî belgeyên fermî û qebûlkirî tên dîtin. Ev belge, bêyî ku hewcedarî bi rêkarên lihevkirinê yan erêkirinên zêdetir hebe, mafê çûn û hatina nav axa Sûriyeyê û serdana parêzgehên cuda dide xwediyê xwe. Helbet, bi şertê ku pêbendî qanûnên rûniştinê û rêzikên derbasdar bin."

Mazin Elûş li ser rêkarên îdarî û qanûnî yên ji bo derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî jî got: "Derbasbûna rojnameger û tîmên ragihandinê yên biyanî di Deriyê Sêmalkayê re li gorî qanûn û rêzikên heyî tê kirin. Divê rojnamegerên biyanî pêşwext li gel Rêvebiriya Ragihandina Derve ya Wezareta Ragihandinê hevahengiyê bikin. Ev rêvebirî nivîseke fermî ya erêkirinê derdixe û ji deriyên sînorî re dişîne ku destûrê bide derbasbûna wan. Bêyî temamkirina vê rêkarê, destûr nayê dayîn ku rojnamegerên biyanî derbas bibin lê gava ku erêkirina fermî digihe sînor, rojnameger an jî tîma ragihandinê li gorî qanûnan ji dayîna xercên derbasbûnê tên bexşandin."

Parve bike: