Kurdistan
Deriyê Sînor ê Xabûrê hat girtin
PeyamaKurd – Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber vîrusa Korona, ji rêwî û geştiyaran re bo hefteyekê hat girtin.
Deriyê di navbera Silopiya Şirnexa Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de, bo hefteyekê ji rêwî û geştiyaran re hat girtin.
Deriyê sînor dê tene bo bazirganiyê vekirî be. Ji bo rewşên taybet şerta ji Wezareta Karûbarên Hundirîn a Herêma Kurdistanê destûr bê wergirtin hat dayîn.
Qedexeya çûnûhatina di navbera bajarên Herêma Kurdistanê de wê berdewam be. Herwiha bo hefteyekê çûnûhatina bajarên Iraqê jî bi temamî hat sekinandin.