Kurdistan
Dezgeha Barzanî destê xêrê dirêjî her aliyê dike
PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bo xêrê û alîkariyê destê xwe dirêjî her aliyê muhtac dike. Dezgeh vê carê jî destê xwe dirêjî kampa Nemrûd kir ku kampa Nemrûd nêzî bajarê Mûsilê ya penaberan e.
Kampa Nemrûd, Selamiye, Ceda û gelek kampên din bi sedema barana zêde ku lehî rabû bû, li kampan jî bandoreka neyînî kiribû, daniştvanên kampan ji baran û lehiyê perîşan bûbûn.
Qeymeqimiya bajêr ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza alîkariyê kiribû û Barzanî vê daxwazê anî cîh.