Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevkariya UNCHR 6 hezar selik alîkarî belav kir
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) 6 hezar selikên alîkariyê gihandin penaberan.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên bo aware û penaberan berdewam dike û herî dawî zêdetirî 6 hezar selikên xwarinê û hevkariyên tenduristîyê bi hevkariya UNCHRê bi ser awareyan de belav kir.
Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê ragihand ku ew dê heta rewşa ku bi nexweşiya koronayê derketiye holê bidawî bibe alîkariyan berdewam bikin.
Komîseriya Bilind a Koç û Koçberan a Neteweyên Yekbûyî alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bilind dinirxîne û li ser hesabê medya civakî jî belav kir.
?Soap and ? water are essential to fighting #coronavirus @UNHCRIraq together with @BarzaniCF is going door-to-door to distribute hygiene kits in Erbil, Iraq. pic.twitter.com/xSCjFGLWkP
— UNHCR, the UN Refugee Agency (@Refugees) April 15, 2020