Kurdistan
Di Gol a Hezarê de jinekî di avê de fetisî
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Sivrice jina bi navê Mine Bayram (24) bi sedema xwe hînik bike ket ava Gol a Hezarê lê piştî demekî ji ber çavan wendabû. Bûyer ber destê êvara 27ê Temmûza 2023an çêbû û li ser bûyerê tîmên AFADê, polîs û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
Tîmên noqavê yên asayîşa Xarpêtê xwe gihandin bedena bê giyan ya Mine Bayram. Cenazê wê ji bo otopsiyê birin nexweşxana zankoya Firatê ya Xarpêtê.