TR KU SO
FB X
Kurdistan

Jinekî di Ava Sipî de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2023 03:22

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê li Ava Sipî jina binavê Sultan Çaka ku bi malbata xwe re çûbû geryanê, ji bo xwe hînik bike kete avê û piştî demekî avjeniyê kir, bi avê de çû. Piştî agahdarkirina 112ê ya tîmên lezgîn, AFAD, îtfaiye, cendirme û têmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Tîm karibûn xwe bigihînin Sultan Çaka lê piştî wê birin nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê li wê derê can da.

Sultan Çaka zewicandîbû û 2 zarokên wê hebûn.

Parve bike: