TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera Pentagon û Pêsmerge de hevdîtina bicihanîna soznameya hevtêgihîstinê

Admin H
Nivîskar
📅 06 sibat 2024 00:13

PeyamaKurd – Sererkanê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsgeha Alîkarê Asayîşê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, li ser bicihanîna yadaştnameya (soznameya) hevtêgihîştina navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê civîyan.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Sererkonê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Duşem, 5.2.2024) pêşwaziya Berpirsê Nivîsgeha Alîkarê Asayîşê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Kolonêl Michael Gachero kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her du aliyan bername û planên paşerojê yên hevpar û girîngîdana bi bingeha meşq û rahênanan û dawî bizavên Wezareta Pêşmerge di proseya dubare rêkxistina yekîne û hêzên cuda cuda yên Pêşmergeyan de û helsengandina çawaniya birêveçûna wê proseyê û paşeroja hêza Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj kirin.”

Di beşeke din a civînê de, her du aliyan qonaxên bicihanîna yadaştnameya hevfehimandinê ya navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) gotûbêj kirin û girîngî bicihanîna bend û xalên yadaştnameyê anîn ziman.

Wezareta Pêşmerge ragihand, Sererkanê Wezareta Pêşmerge tekez kiriye ku, Wezareta pêşmerge li ser proseya çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan pabend e û dê heta wê proseyê bigihîne encamê berdewam be.

Hêjayî gotinê ye 21ê Îlona 2022yan, bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkara Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Celeste A. Wallander û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, di navbera Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yadaştnameya (sozname) hevtêgihîştinê hatibû îmze kirin.

Parve bike: