Kurdistan
Di Zanko ya Akrê de 3 beşên din vedikin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li Zankoya navça Akrê, dê ji bo sala perwerdê ya nû fakulteyekî û 3 beşên nû vebin. Ev jî tê vateya ku di sala nûh de wê bi sedan xwendevanan bigrin zankoyê.
Berdevkê zankoya Akrê Abdullah Beytaş ji bo K24ê ragihandiye ku ji bo derçûyan ji bo bazara kar amade bikin, wê fakukltekî û 3 beşan di zankoyê de vekin. Derçûyên lîsê yên pola 12em dikarin seredana zankoyê bikin.
Zankoya Akrê heya niha xwendevanan mezûn nekiriye û xwendevanên îsal derbiçin yên sala perwerdê yên 2026-2027an dê ji bo wan merasima derçûnê bike.
Li gor rêjeyan; di zankoya Akrê de 8 fakulte û enstitü û li dora 30 beşên wê hene. Li dora 5 hezar xwendevan di zankoyê de dixwînin.