TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dilsad Sahab: PDK ji bo mafên Kurda bidest bixe, hat avakirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2024 02:05

PeyamaKurd – Endamê Komîta Navendî yê PDKê  Dilşad Şahab, ragihand ku PDK dê îsal tevlî hilbijartinan bibe û çawa di hilbijartinên borî de, bi partiyên din re hevkariyê kiriye û destê xwe daye wan, dê car din bike.

Dilşad Şahab, tevlî bultena nûçeyan ya K24ê bû û ragihand ku PDK çavkaniya ramanên paqije û ji bo doza netewî hatiye damezrandin.

Şahab got ku PDK ji bo mafên Kurda bi dest bixe hatiye avakirin, PDK a di bin serpereştiya serok Barzanî de, cara yekeme ku rota Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye ku Kurdistan bûye çeperê serxwebûna Iraqê. Dilşad weha dewam kiriye:

“PDK, dibistana ku ew çend şoreşgeran gihandiye, di hilbijartinên berê de, bi temamê partiyan re hevkariyê kiriye û ji bo têkoşîna bi hevre, destê xwe daye herkesî. PDK, her wext temamê terefan ziyaret kiriye, rêya diyalogê vekiriye, bi demokrasiyê û bi rêvebiriya bi mêzên bawere.

Hilbijartina parlementoya Kurdistanê îsal dibe û PDK amadeye tevlî hilbijartinê bibe.”

Parve bike: