TR KU SO
FB X
Kurdistan

Diz, bi kirasê tîmên tendursitiyê li malan digerin

Admin M
Nivîskar
📅 15 adar 2020 03:28

PeyamaKurd- Bi sedema ku koronavîrus belav nebe, li temamê deveran tedbîr hatine girtin lê niha diz di kirasên tîmên tenduristiyê de li malan digerin û xwe weka tîmên tenduristiyê didin nasîn. Kesên ku deriyên xwe vedikin, bi spreyên xeriqandinê wan bê tesîr dikin û dikevin diziya malê. Herî dawiyê li bajarê Sêwasê bûyereka weha rû da û parêzgerî di vê mijarê de xelkê hişyar kir.

Bila kes deriyê xwe ji kesên weha re veneke û eger tîmên tensuristiyê bin, dikarin di rêya polîsan de, muxtarên taxê an telefona tîmên tenduristiyê bikin bê ka ew kes rast dibêjin an na.

Parve bike: