Kurdistan
Donald Trump bi Kurdî Newroz li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi boneya hatina Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Trump di peyama xwe de Newroz wekî sembola serkeftina ronahiyê ya li ser tariyê pênase kir û hêvî kir ku ev sala nû bibe destpêka geşedanên xweş.
Taybetmendiya herî balkêş a peyamê ew bû ku Trump di dawiyê de bi zimanê Kurdî peyva "Newroz Pîroz be" bi kar anî.
Trump di peyama xwe de her wiha bal kişand ser nirxên aştî û rûmeta mirovan, û hêviya bereket û bextewariyê ji bo gelê herêmê xwest.