TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dr. Berzencî: Piraniya tûsbûyên vîrusa korona rewsa wan ne metirsîdar e

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2020 19:57

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî da xuyakirin ku rewşa piraniya pêketiyên bi vîrusa koronaya Covid-19 yên li Herêma Kurdistanê cîgir e û ne metirsîdar e.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî di civîneke rojnamevanî de tekezî li pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê kir û got, heta niha li Herêma Kurdistanê 190 kes hilgirên vîrusa korona ne û ji wan 2 kesan can daye.

Dr. Saman Berzincî da zanîn, rojane li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê pişknîn ji 700 kesî re tê kirin û heta niha 190 hilgirên vîrusa korona ne.

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir, heta niha 61 pêketîyên vîrusa korona bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe û di çend rojên bê de hejmareke din jî vedigerin malên xwe.

Wezîrê Tenduristiyê eşkere kir, nîşanên piraniya pêketiyên bi vîrusê ne metirsîdar in û rewşa wan a tenduristiyê cîgir e, piraniya pêketiyan ji pêketiyên berê vegirtine.

Berzencî got, heta yek hilgirê vîrusê li Herêma Kurdistanê hebe, her hewl didin wî bibînin, di vê derbarê de jî hevkariya welatiyan girîng e.

Parve bike: