TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dr. Saman Berzencî: Dernekevin, Kurdistanê ji karesatê biparêzin

Admin H
Nivîskar
📅 23 adar 2020 21:10

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî peyamek arasteyî xelkê qezaya Derbendîxan û gundê Sêbîranê kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daxwaz ji welatiyan kir, bi ti awayekî welatî dernekevin ser kolanan û bi tevahî li malê bimînin.

Her kesek têkilî bi kesên bi vîrusa Korona ketine, xwe bidin dest tîmên tenduristî, ji bo bêne pişknînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê got, divê welatî bi dayîna zanyariyan hevkar bin û Kurdistanê ji karesatê biparêzin.

Li qezaya Derbendîxanê ku 7 kes bi vîrusa korona ketine, Qeymeqamê Derbendîxanê daxwaza hêza zêdetir kiribû, ta ew bajarok were qerentînekirin û rêgirî li belavbûna vîrusê were kirin.

Parve bike: