TR KU SO
FB X
Kurdistan

Duyemîn Serdama Qeyûman | Hevsaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji kar hatin dûrxistin!

📅 19 tebax 2019 12:29

PeyamaKurd – Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku bi hinceta ‘piştgirîdanê terrorê’ hevşaredarên Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedia Ozgoce Ertan ji kar hatin dûrxistin.

Hat ragihandin ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya prpogandaya rêxistina terorê, Hevşerdarê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedia Ozgokçe  ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm walîyên wan bajaran wekî qeyûm hatin danîn.

— T.C. İçişleri Bakanlığı (@TC_icisleri) 19 Ağustos 2019

Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizraqli dûrxistina hevserokên şaredariyan bi derbeyê û binpêkirina îradeya gel binav kir.

Parve bike: