TR KU SO
FB X
Kurdistan

Elî Bapîr: Em naçin Parlamentoya Kurdistanê!

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2024 11:55

PeyamaKurd – Piştî ku encamên gera 6an a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin eşkere kirin û kursiyên Komela Dadgerî ji 7an daketin 3 kursîyan, Komela Dadgerî biryar da neçe parlamentoyê.

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr, di civîneke çapemeniyê de ragihand:

“Em naçin parlementoyê û mafê me tine ku kursiyên me ji kê re biçin û mafê me jî nîne ku dê kîjan partiyê kursiyan zêde bike.”

Elî Bapîr got ku ewê li derveyî Parlamentoyê û Hikûmetê  karên xwe yên siyasî birêve bibin.

Parve bike: