Elî Zeydî spasiya PDKê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ji bo Piştgiriya PDKê spasiya hêzên siyasî, bi taybetî jî PDKê kir ji bo piştgiriya wan di têkoşîna li dijî gendeliyê û pêvajoya reformê de û diyar kir ku hikûmet wê ji vê têkoşînê paşve gav neavêje.
Zeydî pabendbûna hikûmeta xwe ya ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê dubare kir û got ku tevî zext û zehmetiyan jî, ew ê ji vê têkoşînê paşve gav neavêjin.
Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, wî diyar kir ku hikûmet bi biryardarî hewlên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê, vegerandina mafên dewletê û misogerkirina serweriya hiqûqê didomîne.
Zeydî got, "Hikûmeta me bi biryardariyek mezin di rêya xwe de berdewam dike da ku kesên ku gendeliyê dikin bişopîne, mafên dewletê vegerîne û edaletê ava bike. Çiqas zext û zehmetî mezin bin jî, em ê paşve gav neavêjin."
Di daxuyaniya xwe de, Zeydî spasiya gelê Iraqê û aktorên siyasî yên ku piştgirî dane pêvajoya reformê kir, bi taybetî bal kişand ser piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), serokê Tevgera Neteweyî ya Şîe, Muqteda el-Sedr, pêkhateyên Çarçoveya Hevrêzkirinê, hêzên ewlehiyê û saziyên dadwerî.
Zeydî peyama xwe bi tekezkirina vê yekê bi dawî kir ku ev piştgiriya berfireh a neteweyî nîşan dide ku têkoşîna li dijî gendeliyê ne tenê têkoşîna hikûmetê ye, lê hewldanek hevbeş a hemû Iraqê ye ji bo parastina çavkaniyên giştî û xurtkirina serweriya welêt.