Encûmena Êzîdiyan: Keçeke biçûk a Êzîdî ji aliyê rêxistineke ser bi PYDê ve hat revandin
PeyamaKurd – Encûmena Êzîdiyên Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir: “Keçeke biçûk a Êzîdî ji aliyê rêxistineke ser bi PYD an (PKK) ve hat revandin û jiyana koçberên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û PYDê de, ji metirsiyê ne dûr e.”
Li gor daxuyaniya Encûmena Êzîdiyên Sûriyê do di daxuyaniyekê de da zanîn: “Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Sîlva Hemîd Cafer ku ji gundê Basûfanê yê Efrînê, li ser rêya dibistanê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.
Herwiha hat ragihandin, xwediyê Sîlva ji bo zanîna çarenivîsa keça xwe, li deriyê hemû saziyên ewlekarî û îdarî, yasayî û kesên ku pêwendiya wan bi PYDê re hene dane, lê ew negihîştine tu encamê.
Herwiha Encûmena Êzîdiyên Sûriyê eşkere dike, Sîlav Hemîd Cafer nexweş e.
Di berdewamiyê de Encûmena Êzîdiyên Sûriyê diyar dike: “Piştî çar salan ji koçberkirina bi deh hezaran xelkê Efrînê ber bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê û kampên Şehba de, eşkere bû ku jiyana wan ji metirsiyê ne dûr e. Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya PYD (PKK) bi awayekî terorîstî bi revandina zarokên temen biçûk ji destên dayikên wan û birina wan bo eniyên nediyar berdewam e”.
Encûmena Êzîdiyan destnîşan kir: “Revandina mirovan bi giştî û zarokan bi taybetî di hemû ayînên asmanî, yasayên mirovî û prensîbên mirovî de reftareke bêexlaqî û kiryareke terorîstî ya şermezarkirî ye.”
Herwiha da zanîn: “Heta Dadgeha Tawanan a Navdewletî jî, di xala (B) û (H) ya benda 8ê ya destûra xwe de, leşkerkirina zarokan, çi neçarkirin û çi bi dilxwazî, ji aliyê hêzên çekdar ve wek tawaneke şer û tawanên li dijî mirovahiyê dibîne.”
Herî dawî eşkere kir: “Berpirsê leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe jî di sala 2019an de daxwaznameya Netewên Yekgirtî îmze kiriye û soz daye ku zarok û biçûkan nerevînin û her kesê di bin 18 saliyê de yekser ji yekîneyên PYD derxin.”