Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî civiya
PeyamaKurd -Îro Sêşemê (25.02.2020) civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kir û biryar e çend pirsên girîng bên guftûgokirin.
Civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, pêşhateyên dawiyê û guhertinên li Iraqê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal dê bên gotûbêj kirin.
Di heman demê de encamên beşdarbûna şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî de li konferansa Munchenê û hevdîtinên li gel Îtalya û Vatîkanê jî dê bên gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyên berdest di civînê de hikûmeta herêma Kurdistanê plan û pêngav û rêkarên tekoşîna li hember metirsiya vîrusa korona (Covid-19) jî guftûgo dike û ji bo wê jî parêzgerên herêma Kurdistanê jî civînê de amade ne.