ENKS, li Efrîn û Cindirêsê buroyên xwe vedike
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rêvebirên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Suriyeyê (ENKS), wan biryar da ku buroyên xwe li bajarê Efrînê û bajarokê Cindirêsê yên Rojava vekin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku ENKSê sedemên vekirina buroyên li Efrînê û bajarokên Cindirêsê, wekî alîkariya mexdûran, bihêzkirina rola ENKSê û belgekirina binpêkirinên li herêmê destnîşan kiriye.
Hat zanîn ku di civîna ENKSê ya ku di 17ê Sibatê de li Kamişlo hat lidarxistin de biryar hatibû dayîn ku alîkariya gel bê plankirin û ji bo vê jî Efrîn û Cinderesê buro bên vekirin.
Her wiha hat zanîn ku ENKSê rexne li civaka navneteweyî kir ku bi têra xwe kar nake û ragihand ku Cinderes û Efrîn di heman rewşa navçeyên Suriyê yên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yusif jî got, "Ji dema erdhejê ve me bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kir ku erkên xwe li hember mexdûrên herêmê pêk bînin."