Kurdistan
Erebe ket nav kargehê û 3 kes di bin de man
PeyamaKurd- Li bajarê Dîlokê erebeya ku ji kontrola ajotvan derket, çû nav kargehekî û 3 kes di binê rebê de man. Qeza li navçeya Şehîdkamilê çêbû. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn û yek ji wan halê wî girane.
Tîmên polîsan û tenduristiyê yên 112 an xwe gihandin ciyê qezayê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Lêpirsîna di derbarê bûyerê de dewam dike.