TR KU SO
FB X
Kurdistan

Erebên hawirde dehl û danê cotkarên Kurd disewitînin

Admin L
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 16:01

PeyamaKurd – Li gundê Şanşînê yê li Pirdê li bakurê Kerkûkê, Erebên hawirde, dehl û danê cotkarên Kurd dişewitînin.

Cotkarek di derbarê bûyerê de dibêje: "Em di rewşa xerab de ne û dijmin em dorpêç kirine.”

Cotkarên din ên li wê deverê jî ji tirsa şewitandina berhemên wan, zû dest bi palê kirine.

Piraniya cotkarên Kurd ên Kerkûkê ji tirsa şewitandina dehl û danên xwe, zû dest bi palê kirin. Her çend e ew yek zerarê dide kalîteya genim û bi buhayekî kêm tê firotan jî, lê cotkar dibêjin ku ew neçar in zû genimê xwe rakin, baştir e ku were şewitandin û zerar bigîhe wan.

 

Parve bike: