Êrîsa DAISê: 3 polîsên federalî hatin kustin, 7 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa DAIŞê ya li nav sînorê Kerkûkê bi ser hêzên Iraqê de, di encamê de 3 polîsên federalî yên Iraqê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê Elî Kemal, diyar kiriye ku êrîş şeva borî li navçeya Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê pêk hatiye û xaleke kontrolê ya Polîsê Federalî yê Iraqê bûye armanca êrîşa DAIŞê ku şer di navbera wan de derketiye.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê ragihandiya di encama şerê ku zêdetirî saetê berdewam kiriye de, 3 polîs hatine kuştin û 7 polîs jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye di demên dawî de êrîşên êrîşên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji ber valahiya zêde bûne ku hê jî hêzên iraqî ligel Pêşmerge tevî civînên hatine kirin jî ji bo parastina ewlehiyê neketine tevgerê.