TR KU SO
FB X
Kurdistan

FOX News û CNNê nexşeya mezin a Kurdistanê weşandin: Tirkiye hêrs bû

Admin H
Nivîskar
📅 08 adar 2026 12:31

PeyamaKurd - Di dema ku şerê li dijî Îranê bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê germ dibe, weşandina nexşeya Kurdistana Mezin ji aliyê kanalên navdar FOX News û CNNê ve li Tirkiyeyê bû sedema bertekên tund.

FOX Newsê di weşana xwe de nexşeyeke wisa nîşan da ku bajarên wekî Kerkûk û Efrînê jî di nav de ne û got ku tenê li Tirkiyeyê 30 milyon Kurd dijîn.

Piştî FOXê, CNN Internationalê jî nexşeyeke berfireh a ku hemû parçeyên Kurdistanê li xwe digre weşand. Ev nêzîkatiya medyaya Amerîkî di nava raya giştî de wekî "peyamên jeopolîtîk ên nû" hat şîrovekirin.

Tirkiyê bertek nîşan da

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê nexşeyên CNNê de daxuyaniyek belav kir û ev dîmen wekî "xapînok û dûrî rastiyê" pênase kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev cure nexşe "yekparçeyiya civakî û biratiya 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê" dikin armanc û rastiyên qadê beravajî dikin. Enqereyê bi tundî li dijî wekhevkirina welatiyên Kurd û aktorên çekdar derket û bangî medyaya navneteweyî kir ku di mijarên hestyar de li gorî pîşeya rojnamegeriyê û berpirsyariyê tevbigere.

Neteweperestên Tirk nerazîbûn nîşan dan

Ji bilî saziyên fermî, siyasetmedarên neteweperest jî dengê xwe bilind kirin; keça Alparslan Turkeş û parlamentera ÎYÎ Partiyê Aybuke Turkeş diyar kir ku ev nexşe "nayê qebûlkirin" û bang li rayedaran kir ku gavan bavêjin.

Di medyaya Tirkiyeyê de jî nîqaşeke germ dest pê kiriye ka gelo ev nexşe piştî rûdanên li Îranê peyameke taybet a Washingtonê ye an na. Dipirsin, “Gelo Amerîka bi vê nêzîkatiyê dixwaze sînorên nû yên herêmê di hişê raya giştî de bide rûniştandin?”

Parve bike: