Kurdistan
Fransa û Rûsyayê ji bo Sûriyê li hev kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî pêkanîn ku tê de geşedanên dawî yên Ukrayna û Sûriyê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê di pêwendiyê de Macron û Pûtîn ji bilî danûstandina bo lutkeya Ukrayna ya 9ê Kanûnê, li ser mijara Sûriyê berfirehî axivîne.
Kremlînê ragihand ku herdu serokan girîngiya destpêkirina xebatên Komîteya Destûra Sûriyê teyît kirine û li herêmê (Sûriye) ji bo têkoşîna hevbeş a dijî terorê li hev kirine ku dê xebatên hevbeş ên herdu welatan berdewam bikin.