Kurdistan
Gorran wê li gel partiyên Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne
PeyamaKurd - Li gor zanyariyan, Kordînatorê Giştî yê Gorranê, dê bi berpirsên PDKê û Komela Îslamî ya Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.
Gorran dest bi xebatên lihevanîn û lihevnêzîkkirina partiyên siyasî dike.
Li gorî agahiyan, îro şandeka Gorranê bi serokatiya kordînatorê giştî yê wê partiyê Umerê Seyîd Elî dê li Hewlêrê bi şandeka Komela Îslamî re hevdîtinekê pêk bîne.
Li gorî agahiyan, şanda Gorranê dê paşê bi şandeka PDKê re bicive.
Rojeva herdu hevdîtinan jî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û nakokiyên partiyên siyasî ye.
Kordînatorê giştî yê Gorranê dê paşê vegere Silêmaniyê û bi berpirsên YNKê re hevdîtinê pêk bîne.