TR KU SO
FB X
Kurdistan

Gruba xiyanetkar dest bi diziya petrolê kir

📅 13 tebax 2018 03:50

PeyamaKurd - Parlamentera berê yê Iraqê Emîre Zengene ragihand, ku milîsên Heşda Şebî û gruba xiyanetkar a 16ê Cotmehê dest bi diziyê kirine.

Hat ragihandin ku Endama xola sêyem a parlamentoya Iraqê Emîre Zengene diyar kiriye, ku li bajarê Kerkûkê girtina ser malê welatiyên Kurd û diziya pere, zêr û hindek caran diziya otombîlan berdewam e.

Herwiha dide zanîn ku, çekdarên Heşda Şebî dest danîne ser kêlgehên nefta Kerkûkê û bi rêya Silêmaniyê bo Îranê dişînin, bê guman gruba xiyanetê ya 16ê Cotmehê li gel wan hevbeşin bi dizî û qaçaxçiyê.

Milîsên Heşda Şebî di 16ê Cotmeha borî bi rêkeftin li gel gruba xiyanetkar bajarê Kerkûkê dagir kirin.

Parve bike: