Kurdistan
Haydar Seso: “Divê PKK ji Singalê vekise!”
PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxan Haydar Şeşo li ser operasyonên Tirkiyê yên li dijî Şingalê axivî û got ku divê PKK ji gelê Şingalê re rêzê bigire û ji herêmê vekişe û Tirkiye jî li hember axa Iraqê rêzdar be.
Şeşo wiha berdewam kir: “Rewşa Şingalê bûye pirsgirêkeke navnetewî. Şingal ji destê her kesî derketiye. Tu kes nizanê bê wê çawa bibe. Hukûmeta Iraqê nizanê çi li Şingalê dibe, jixwe hukûmeta Kurdistanê jî, ne li herêmê ye. Divê PKK ji gelê Şingalê re rêzê bigire û ji herêmê vekişe û Tirkiye li hember axa Iraqê rêzdar be.”
Şeşo got ku divê Şingal bi vî şiklî nemîne, divê berî gavekê Hukûmeta Kurdistanê û ya Iraqê rêvebiriyeke hevpar li vê derê ava bikin.