TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hefteya bê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û budçeyê dest pê dikin

📅 03 hezîran 2020 16:12

PeyamaKurd - Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku hefteya bê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û butçeyê destpê dikin û got: “Tê pêşbînîkirin hefteya pêş Şanda Danûstandinê ya Herêma Kurdistanê bo vê mebestê serdana Bexdayê bike.”

Biryarderê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Ehmed Sefar diyar kir ku bilindbûna bihayê petrolê bo 40 dolaran dibe sedemeke baş daku Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê û got:

“Hêvî zêde ye, vê carê Hewlêr û Bexda bighin rêkeftinê, ji ber bo gihiştina rêkeftinê xwestek ji aliyê herdu aliyan ve tê dîtin.”

Berê Şanda Herêma Kurdistanê çend caran serdana Bexdayê kiriye, hefteya derbasbûyî jî hikûmeta Iraqê biryar da 400 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re bişîne, ew jî bi mercê di nava mehekê de gotûbêjên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser petrol û budçeya Kurdistanê bên temamkirin.

Parve bike: