Kurdistan
Helbûsî li ser wefata parlamenterê Kurd Aram Beletayî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, li ser wefata berdevkê fraksiyona PDKê Aram Baleteyî bi peyamekê serxweşî li malbata parlamenterê Kurd kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî bi peyamekê ragihand, berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Aram Baleteyî yek ji wan parlamenteran bû ku rijd bû li ser bicihanîna erkê parlamenteriyê.
Helbusî serxweşî li malbata Aram Baleteyî kir û got, Baleteyî ‘Navûbangeke baş li gel me li pey xwe bicih hişt.’
Aram Baleteyî îro 17ê Sibatê li nexwaşxaneyeke Duhokê ji ber nexweşiya vîrusa koronayê koça dawî kir.
Berdevkê firaksiyona PDKê Aram Baleteyî ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da