TR KU SO
FB X
Kurdistan

Helîkopterên li Duhokê ketin: 2 meytên din hatin dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 20 adar 2023 13:59

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 cenazeyên din ên di helîkopterên li Duhokê ketine û jiyana xwe dest dane hatin dîtin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirine, meytê 2 kesên din ên ku di encama ketina helîkopterên danê êvarî 15ê Adarê li gundewarê parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin dîtin.

Hat ragihandin, 15ê Adarê di saet di 20.40an de li gundê Berkiyat ê girêdayî navçeya Çemanke ya Duhokê 2 helîkopter ketine xwarê.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê helîkoptera ketiye xwarê de ragihand, "Di yekemîn daxuyaniya Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê de derbarê bûyerê de, hat ragihandin ku helîkopterek ketiye û hinek kesên ku hatine diyarkirin endamên PKKê ne, canê xwe ji dest dane."

DAXUYANİYA HSDê

Di daxuyaniyê de HSDê wiha got: “Êvara 15ê Adara 2023an 2 helîkopterên ku şervanên me tê de bûn, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê dema derbasî Silêmaniyê dibûn, ketin xwarê. 9 şervanên me bi pêşengiya fermandarê Yekîneyên Antî Terorê Şervan Kobanî şehîd bûn.

 
Parve bike: