TR KU SO
FB X
Kurdistan

Herêma Kurdistanê qedexeya ser hawirdekirina bacanên sor rakir

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2019 01:44

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê  Hisên Heme Kerîm ragihand ku doh Şemiyê qeqexeya li ser hawirdekirina bacanên sor ji Tirkiyê hatiye rakirin.

Hisên Heme Kerîm got ku berî niha li ser daxwaza cotkaran û ji bo piştgîrîkirina berhemên naxweyî hawirdekirina hinar, hingiv û bacanên sor hatibû qedexekirin, lê ji ber ku di vê mehê de berhemê navxwe yên bacanên sor kêm bûye, qedexeya li ser hawirdekirina wan hatiye rakirin.

Berdevkê Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê da zanîn ku qedexeya li ser berhemên hinar û hingiv hê jî berdewam e. 

Hisên Heme Kerîm got, berî niha ji bo her kîloyeke zebeş, petat, xiyar û pîvaz 350 dînar bac dihate wergirtin lê ji îro ve bac li ser hawirdekirina wan hatiye rakirin.

Parve bike: