Kurdistan
Herêma taybet ya ewlekariyê hat ragihandin
PeyamaKurd- Li bajarê Entabê li ser sînrorê Sûriyê hinek dever bo 15 rojan “herêma taybet ya ewlekariyê” hat îlankirin. Ragihandina deveran ji aliyê parêzgeha Entabê (Gaziantep) de hat kirin.
Di ragihandinê de tê gotin ku wê tetbîqkirin îro destpêbike û heya 15 rojan dewam bike. Di van deveran de çûn û hatina mirovan, erebe û alavan bi îzna fermandariya cendirmeyan û rêvebiriya hêzên polîs dê bên kirin. Eger pêwistbe, wê her dû hêz karibin qedexeyan jî deynin an rakin.